Li Amerikayê Ekîba TRT Worldê rastî du êrîşên cuda hat

Ekîba TRT Worldê ya ku protestoyên li Amerîkayê dişopîne rastî du êrîşên cuda hat

Li Amerikayê Ekîba TRT Worldê  rastî du êrîşên cuda hat

Piştî ku Amerîkayê reşik George Floyd bi tundiya polês hat kuştin, protestoyan dest pê kir û ekîba TRT Worldê ya ku protestoyan dişopîne rastî êrîşê hat.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji TRT Worldê hat dayîn, piştî ku polês Floyd kuşt, li Amerîkayê dijî nijadperestiyê protestoyan dest pê kir û di protestoyan da tundiya polêsan zêdetir dibe. 

Ekîbên TRT Worldê jî wexta ku geşedanên li Amerîkayê seba dinyayê radigihand, rastî êrîşê hat. Ekîbên TRT Worldê yên ku li Washington û Minneapolisê weşan dikirin, bi fîşengên plastîk û xazê yên ku polês seba belakirina xwepêşandêran avêtin, birîndar bûn.

Nûçegihana Washingtonê ya kanalê Sally Ayhanê dema ku di weşana zindî da qala protestoyên li ber Qesra Spî û tevdîrên ku servîsa veşartî hildan, dikir; wê demê midaxaleyeke pir tund çêbû. Hin xwepêşandêr di midaxaleyê da birîndar bûn û fîşenga plastîk li sing û lingê Ayhanê ket û birîndar kir.

Li Minneapolisê jî di heman deqîqeyan da nûçegihanekî din ê TRT Worldê Lionel Donovan û kameraman Barbaros Sayilgan wexta ku qala geşedanan dikir, nikaribû xwe ji tundiya polêsan xelas bike. Fîşengeke plastîk li binzika wî ket û birîndar bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE