Li Anitkabîrê ji bo bibîranîna Ataturk merasimeke dewletê hat lidarxistin

Li Anitkabîrê ji bo bibîranîna Ataturk merasimeke dewletê hat lidarxistin

Avakerê Komara Tirkiyeyê Serokê Mezin Musatafa Kemal Ataturk 83yemîn salvegera mirina xwe da li Anitkabîrê bi merasimeke dewletê va hat bibîranîn.

Merasima li Anitkabîrê di saet 08.45an da bi meşa li ser Rêya Bişêr va dest pê kir.

Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, endamên Kabîneya Serokomariyê, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, fermandarên payebilind, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û xebatkarên din ên dewletê beşdarî merasimê bûn.

Erdogan çelenga kulîlkan ya bi hîv û stêrk ya ji mêxikên sor û spî va hatiye xemilandin da ser qebra Ataturk paşê di saet 09.05an da li ser piyan rêz hat girtin û Sirûda Neteweyî hat gotin.

Piştî ku alaya Tirkiyeyê heta nîvî hat daxistin Erdogan û heyeta bi wî ra çûn Kuleya Mîsaki Mîllî û Erdogan li vir Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Serok Erdogan di defterê da wiha nivîsî: "Ataturkê ezîz, em di 83yemîn salvegera we da careke din we bi rehmetê va bi bîr tînin. Em komara me ya ku we ava kir û emanetê me kir li hemberî mustevlî û bedbextan mezin dikin, pêşva dibin û hewl didin ew bibe stêrka herêmê û dinyayê diçûrise. Perwerde, tenduristî, ewlehî û pîşesazî di serî da di her qadê da me serkeftinên dîrokî bi dest xist ku em bibiryarî ber bi armancên xwe yên 2023yan va dimeşin. Em ê nehêlin ku qesta yekîtiya welatê me û beqaya dewleta me û qesta yekîtiya gelê me yê necîp û nirxên wê yên qedîm bê kirin. Rihê te şad be."

- Anitkabir ji bo ziyaretê hat vekirin

Ji ber merasimê li der û dora Anitkabîrê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin. Piştî merasima dewletê qediya Anitkabîr ji bo ziyareta gel hat vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE