Li Enqereyê li sîteya pîşesaziya taxa îskîtlerê avahiyeke 3 qatî ya wêran şewitî. Li gorî agahiyên ewil, 5 kesan tê de can da. Waliyê enqerê vasip şahin jî çû wê derê.
Li îskîtlera Enqerê di sîteya pîşesaziyê de agir bi avahiyekê ket.
Agirkujan di cih de mudaxele li şewatê kir.
Di avahiya 3 qatî de 5 kesan can da.
Walî Vasip Şahin jî çû cihê ku agir pêket, li wir lêkolîn kirin.
Şahin got ku avahiya wêran, wek depoya komkirin û veqetandina kaxizan dihat bikaranîn; dibe ku agir ji ber wê derketibe.
Di şewatê de 11 kes jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Enqerê.