"Li Antalyayê çi hewce bike bê şik emê bikin"

Serok Erdogan: "Li Antalyayê qasî 100 milyon lire zirara maddî tê texmînkirin. Çi hewce bike bê şik emê bikin."

"Li Antalyayê çi hewce bike bê şik emê bikin"

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Antalyayê beşdarî Civîna Nasandina Seroknamzedên Şaredariya Antalyayê ya AK Partiyê bû.

Erdogan behsa rewşa hewayê ya nebaş a li Antalyayê demeke dewam dike kir û wiha got: "Li Antalyayê qasî 100 milyon lire zirara maddî tê texmînkirin. Çi hewce bike bê şik emê bikin."

- "Kî êrîşî dahatûya vî welatî kir em li hemberî wan sekinîn"

Serok Erdogan got bi hezkirina gel ew li hemberî mirinê jî meşiyane û wan paşve gav neavêtiye û wiha dewam kir: "Ji hêzên vesayetê bigre heta rêxistinên terorê û darbekaran yên êrîşî heq, hiqûq, dahatû û serxwebûna vî gelî kirin, kî hebe em li hemberî wan sekinîn."

- "Ev têkoşîneke girîng a dîrokî ye"

Erdogan behsa têkoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî rêxistinên terorê û hêzên vesayetê kir û wiha pê da çû: "Di nav 5-6 salên dawîn da me li hemberî kesên dixwazin qeydan lingên gelê me bixin û ji bo vê lîstikan dilîzin têkoşînek da ku bi rastî ev têkoşîneke girîng a dîrokî ye. Îro jî em li hindurê sînor û derva di heman têkoşînê didin. Ez bi xemgînî dibêjim astengiya herî mezin a li hemberî vê têkoşîna welatê me hişmendiya muxalefetê ya kêm û şaşopaşo ye."

Erdogan tevgerên muxalefetê jî rexne kir û wiha axivî: "CHPya ku ji dewra partiya tekane vir va li hemberî her gava demokrasî û pêşketinê derdikeve êdî wisa bûye ku bi cudaxazan va tevdigere."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 18:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE