Li Antalyaya "paytextê turîzmê" civînên dîplomasiyê dewam dikin

Li Antalyaya "paytextê turîzmê" civînên dîplomasiyê dewam dikin

Piştî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a Pêvajoya Hevkariya Başûrê Rojhilatê Ewropayê û Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro jî 8emîn Civîna Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenteran a Hevkariya Başûrê Rojhilatê Ewropayê (GDAU PA) li Antalyayê dest pê dike.

Foruma di hîmayeya Serok Recep Tayyîp Erdogan da, bi mazûvaniya Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva li Navenda Kongreyê ya NESTê ya li Herêma Turîzmê ya Beleka Antalyayê hat kirin û Ajansa Anadoluyê jî bû "Hevkarê Ragihandina Global" a forumê duh piştî hatin û çûyineke zêde ya dîplomasiyê dawî bû.

Serokên 11 dewlet û hikûmetan, 41 wezîrên karên derva û mêvanên din ên ji wezîran pêk tên, 60 nûnerên rêxistinên navneteweyî û kesên payebilind beşdarî forumê dibin.

Forumê 2 rojan dewam bike, di forumê da 15 panel û civîn wê çêbibin.

- Serokên meclisan ên 11 welatan wê li Antalyayê bên bal hev

Di nav hefteyekê da li Antalyayê du civînên girîng çêbûn, îro jî bi mazûvaniya Mustafa Şentopê Serokê TBMMyê 8emîn Civîna Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenteran a Hevkariya Ewropaya Başûrê Rojhilat (GDAU PA) wê çêbibe.

Serokên meclisan ên 11 welatan wê di vê forumê da bên bal hev û civînên forumê wê du rojan dewam bikin.

Roja ewil Civîna Komîteya Daîmî ya GDAU PAyê wê çêbibe.

Sibê di 11.00î da jî 8emîn Civîna Lijneya Giştî dest pê bike.

Şentop wê axaftina destpêkê bike, paşê serokên meclisan wê der barê rûniştina bi navê "Cîran Bi He Ra Dibînin: Ji Bo Dahatûya Pişevaniya Herêmî Xurtkirina Mekanîzmayên Hevkariyê" da fikrên xwe wê parve bikin. Nûnerên rêxistinên navneteweyî û kesên payebilind ên beşdarî forumê bûne jî wê bikaribin biaxivin.

- Ji Antalyayê peyam gihîştin dinyayê

Waliyê Antalyayê Yazici ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand her du civînên dîplomatîk bê pirsgirêk temam bûn.

Yazici diyar kir ku Serok Recep Tayyîp Erdogan di serî da bajêr mazûvaniya pêşengên dewletan, rêvebirên payebilind kir, li gor baweriya wan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê wê di salên pêş da jî geş bibe, mezin bibe û dewam bike.

Yazici destnîşan kir ku Antalya bajarekî cîhanê ye, bi van organîzasyonên navneteweyî va navneteweyîbûna xwe cardin nîşan da û wiha dewam kir, "Ev forum seba Antalyaya me û seba paşeroja bajêr pir girîng e. Antalya seba dîplomasiya bi vî rengî û forumên mînanî vê cihekî guncaw e.

- Li Antalyayê dîplomasî dewam dike

Yazici bi bîr xist ku piştî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a Pêvajoya Hevkariya Başûrê Rojhilatê Ewropayê û Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê, li Antalyayê îro 8emîn Civîna Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenteran a Hevkariya Başûrê Rojhilatê Ewropayê (GDAU PA) wê dest pê bike, digel Serokê Meclisê Mustafa Şentop serokên meclisan ên 11 welatan jî wê li Antalyayê werin bal hev.

Yazici daxuyand, li Antalyayê dîplomasî wê dewam bike û wiha dewam kir, "Meriv dikare organîzasyonên bi vî rengî bi rehetî li Antalyayê bike. Bi van civînan rûyekî din ê Antalyayê li dinyayê tê nasîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE