Li avahiya konsolosxaneyê lêkolîna rayedarên Tirk û ekîbên lêkolîna cihê bûyerê yên koma xebatê ya lêkolîna li ser Nivîskarê Washington Postê û rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ku li Stenbolê ketibû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û paşê winda bûbû, kuta bû.
Ekîban li avahiya konsolosxaneyê û baxçeyê wê lêkolîn kirin û li delîlan geriyan.
Delîlên ku hatin berhevkirin, kirin poşetên taybet û qutiyan û li wesayîta lêkolîna cihê bûyerê hatin barkirin.
Rayedarên Siûdî jî bi ekîban ra bûn û piştî kutabûna xebatan hemû wezîfedarên koma xebatê ya taybet ji avahiya konsolosxaneyê derketin.
AA