Li Ayasofyayê nimêja înê

Bernameya vebûna Mizgefta Ayasofyayê ya ji bo îbadetê dest pê kir.

Li Ayasofyayê nimêja înê

Li Mizgefta Ayasofyayê ku îro bi nimêja înê va dê piştî 86 salan bo îbadetê vebe, welatiyên dixwazin nimêja ewil bikin, bi banga sibê va berê xwe dan mizgeftê.

Bernameya vebûna Mizgefta Ayasofyayê ya ji bo îbadetê bi îlahiyên ku ji mizgeftên tên xwedin va dest pê kir.

Li Mizgefta Ayasofyayê ku îro bi nimêja înê va dê piştî 86 salan bo îbadetê vebe, welatiyên dixwazin nimêja ewil bikin, bi banga sibê va berê xwe dan mizgeftê.

Gelek mensûbên çapemeniyê yên xwemalî û biyanî jî li navenda çapemeniyê ku li Cankurtaranê hatiye sazkirin kom bûn û bi minîbusan bo platforma çapemeniyê ya li Meydana Ayasofyayê hatin veguhestin.

Li pişt platformê jî wesayîtên weşana zindî hatin bicihkirin.

Ekîbên Şaredariya Fatîhê avê datînin hin ciyên meydanê, carinan jî peywirdar avê li welatiyan belav dikin.

 Waliyê Îstanbulê Yerlikaya û Midûrê Ewlekariya Îstanbulê Aktaş lêkolîn kirin 

Di vê navberê da Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya û Midûrê Ewlekariya Stenbolê Zager Aktaş li qadê, bi welatiyan ra sohbet kirin û her wiha lêkolîn kirin.

 Ji bo vebûnê ji Amerîkayê hatin

Hin Pakistaniyên welatiyê Amerîkayê jî ji bo ku piştî 86 salan, li Mizgefta Ayasofyayê nimêj bikin, hatin Meydana Ayasofyayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE