Li bakurê Iraqê di êrîşa hewanê da eskerek şehîd ket

Wezareta Parastina Neteweyî: "Demildest bersiva terorîstên êrîş kirin hat dayîn û li gor tesbîtên ewil 3 terorîst hatine berterefkirin"

Li bakurê Iraqê di êrîşa hewanê da eskerek şehîd ket

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li bakurê Iraqê terorîstên PKKyî bi hewanê êrîşî herêma baregehê ya li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê ya li bakurê Iraqê kir û di encama êrîşê da eskerek şehîd ket.

Di parvekirina ji ser hesabê çapemeniya civakî ya wezaretê da hat diyarkirin ku terorîstên PKKyî li bakurê Iraqê êrîşa hewanê bir ser herêma baregehê ya li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê. 

Hat gotin ku di êrîşê da eskerek xedar birîndar bû û li nexweşxaneya ku rakirinê digel hemû midaxeleyan bi ser xwe va nehat û şehîd ket. 

Di parvekirinê da hat gotin ku "Xwedê rehma xwe li hevalê me yê qehreman bike, serê malbata wî, gelê me û Artêşa Tirkiyeyê sax be. Demildest bersiva terorîstên êrîş kirin hat dayîn û li gor tesbîtên ewil 3 terorîst hatine berterefkirin. Li herêmê operasyonên me dewam dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE