Li bakurê Iraqê Operasyona Pencik Kilîtê

Wezîr Akar:Di çarçoveya planê da hedefên terorîstan ên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê ewil ji esman hatin gulebarankirin.

Li bakurê Iraqê Operasyona Pencik Kilîtê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê ji esman û bejayî dijî terorîstan Operasyona Pencik Kilitê dan destpêkirin.

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal va hat Baregeha Fermandariya Hêzên Esmanî.

Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz li baregehê pêşwaziya Akar û fermandaran kir û ew derbasî Navenda Hareketê ya Fermandariya Hêzên Esmanî bûn.

Akar li wir derbarê hareketa esmanî da agahî hilda û paşê bi Navenda Hareketê ya Fermandariya Hêzên Esmanî ya Murarîp ra bi vîdeokonferansekê va axivî.

Wezîr Akar di rewşa dawîn da agahî hilda û wiha got: "Ji bo ku rê li ber êrîşên terorê yên ji bakurê Iraqê dijî gelê me û hêzên me yên ewlehiyê tên kirin bê girtin û ewlehiya hidûda me bê parastin îşev Hêzên me yên Çekdar ên Tirkiyeyê dijî hedefên terorê Operasyona Pencik Kilitê dan destpêkirin. Di çarçoveya planê da hedefên terorîstan ên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê ewil ji esman hatin gulebarankirin. Pîlotên me yên qehreman sitargeh, şikeft, tunel, depoyên muhîmatan û qaşo baregehan bi serkeftî îmha kirin."

Akar got ÎHA û SÎHAyan jî piştgirî dan û operasyon bi serkeftî dewam dike.

- Mehmetcîk li dû terorîstan in

Wezîr Akar got ew bi Sererkan Orgeneral Guler, Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Kuçukakyuz va operasyonê dişopînin.

Akar wiha axivî:

"Der heqê herekatê da ji sefheya plansaziyê pê va me xebateke hûr û kûr kir. Eskerên me bi hezkirin û diayên miletê me va bi qehremanî û fedekariyeke mezin va xebatên xwe dimeşînin. Înşelah ev herekat jî dê bi serkeftî biçe serî. Wekî encam em bibiryar in ku vê belaya terorê ya ku 40 sal e ketiye pêsîra miletê me, ji holê rakin. Heya terorîstê dawîn were berterefkirin têkoşîna me dê bidome. Ez dixwazim vê jî bêjim ku yekane armanca me terorîst in. Lewma jî ji bo ku zirar negihîje hawirdorê û her wiha berhemên dînî û çandî hesasiyeteke mezin tê nîşandan."

Wezîr Akar bi bêtêlê va bi wan pîlotan ra xeberda ku di çarçoveya Operasyona Pencik Mifteyê da beşdarî herekata asîmanî bûn.

Akar di axaftina xwe da ji bo pîlotan serkeftin xwest.

Akar digel Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu yê ku Tetbîqata Welatê Hêşîn li Ege, Behra Spî û Behra Reş sewq û îdare dike axivî û wiha got, "Ez di xebatên we da serkeftinê dixwazim, bira pruvaya we neta, deryayên we aram bin. Ez ji lewendên me ra serkeftinê dixwazim."

Wezîr Akar piştî kutabûna kontrolên li vir, digel qedemeya komûtaya TSKyê ya pê ra derbasî Navenda Herekatê ya Hêzên Bejayê bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE