Li Baxçeyên Hevselê operasyona hişbirê

Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê li Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye, operasyona hişbirê tê kirin

Li Baxçeyên Hevselê operasyona hişbirê

Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê li Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye, operasyona hişbirê dan destpêkirin.

Ji midûriyên Têkoşîna Sûcên Narkotîk û Şaxa Harekata Taybet a Midûriya Emniyeta Bajêr 300 polês beşdarî operasyonê bûn û li kêleka Çemê Dicleyê serê sibê di Baxçeyên Hevselê da operasyon hat kirin.

Ji bo tesbît û îmhekirina kirkirkê Hîndê yê dereqanûnî di operasyonê da drone jî hat bikaranîn û kûçikên narkotîk ên bêhnê zû hildidin jî beşdar bûn.

Operasyon didome.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE