Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku li bendê ne hevdîtinên teknikî yên di navbera heyetên eskerî yên Türkiye -Yewnanistanê da li NATOyê hefteya pêş me dest pê bikin.
Hevdîtinên teknikî yên di navbera heyetên eskerî yên Türkiye -Yewnanistanê da piştî hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg biryar hatibû dayîn û dest pê kiribûn.
Piştî hevdîtinên li Baregeha NATOyê di 2yê Cotmeha 2020î da hatibû ragihandin li ser "rêgezên giştî" li hev kirine.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan li bendê ne ku hevdîtinên teknikî yên di navbera heyetên eskerî yên Türkiye -Yewnanistanê da li NATOyê hefteya pêş me dest pê bikin.
Ji ber ku Yewnanistan beşdar nedibû hevdîtin nedihatin kirin.AA