Li Bendera Beyrûdê cesedê 2 kesên din hat dîtin

Bi dîtina cesedên du kesên din va hejmara kesên di teqîna 4ê Tebaxê li Beyrûda paytextê Libnanê çêbû da mirin derkete 179an.

Li Bendera Beyrûdê cesedê 2 kesên din hat dîtin

Artêşa Libnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di dema xebatên lêgerîn û derxistinê yên ji ber bobelata li Bendera Beyrûdê didomin da cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin.

Bi dîtina cesedên du kesên din va hejmara kesên di teqîna 4ê tebaxê li Beyrûda paytextê Libnanê çêbû da mirin derkete 179an.

Daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo dîtina kesên winda li benderê kar û xebatên lêgerînê dewam dike.

Berê hatibû gotin ku ji ber bobelatê 177 kes mirine û ji 6 hezarî zêdetirî jî kes birîndar bûne lê bi dîtina 2 kesan va hejmara miriyan gihîşt 179an.

Di teqîna Bendera Beyrûdê da 8 esker mirin û ji 300î zêdetir esker jî birîndar bûn.

Teqîna li Bendera Beyrûdê

Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya bi nimareya 12an da şewat derketibû paşê jî teqîneke mezin çêbûbû û bajar hejandibû.

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn diyar kiribû ku, di teqîna li Bendera Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE