Tahir Gumrenê birayê mezin ê şehîd ê ku rastî çêrên Lutfu Turkkanê IYI Partiyî hat û her wiha Komeleya Malbatên Şehîd û Xaziyan û ya Mafên Mirovan a Bîngolê (BÎŞHAK) li cem Serdozgeriya Komarê ji Turkkan bûn gilîdar.
Tahir Gumren, Serokê BÎŞHAKê Naim Tan, malbatên şehîdan û her wiha xazî li ber Edliyeya Bîngolê hatin cem hev.
Gumren ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew ê der heqê Turkkan da gilîdar be û wiha got, "Ez bi edaleta Tirk bawer im."
Serokê BÎŞHAKê Tan jî diyar kir ku Turkkan bi zanetî û mexsûs ji birayê mezin ê şehîd ra çêr kir û wiha dewam kir, "Lewma jî em dixwazin ku Turkkan bê cezakirin û darizandin."
Gumren, Tan û malbatên şehîdan û xaziyên endamên komeleyê paşê li cem Serdozgeriya Komarê ya Bîngolê ji Lutfu Turkkanê IYI Partiyî gilîdar bûn.
AA