Li Bulxaristanê hilbijartina serokomarî û parlamentoyê dest pê kir

Li welêt û dervayî welêt 6, 6 milyonî zêdetir hilbijêr ji bo hilbijartina parlamentoyê cara 3yemîn e ku dengê xwe didin.

Li Bulxaristanê hilbijartina serokomarî û parlamentoyê dest pê kir

Li Bulxaristanê hilbijartina serokomarî û parlamentoyê ya berwext dest pê kir, gel çû ser sandiqan.

Li welêt û dervayî welêt 6, 6 milyonî zêdetir hilbijêr ji bo hilbijartina parlamentoyê cara 3yemîn e ku dengê xwe didin.

Li welêt 13 hezar, li dervayî welêt jî li 68 welatan 750 navendên hilbijartinê hatin avakirin, li van deran 9 hezar û 309 makîne hatin danîn ku bi wan va deng bên dayîn.

Ji bo koçberên Bulxar ên li Tirkiyeyê dijîn û xwedî du welatîtiyan e jî li 58 navendan 126 sandiq hatin avakirin.

Di hilbijartinê da ji bo serokomar û alîkarê serokomar 23 namzed, ji bo parlametoyê jî ji 25 partiyên siyasî û kolalîsyona wan 5 hezar û 67 namzed wê reqabetê bikin.

Heke beşdariya hilbijartina serokomariyê di binê ji sedî 50 da bimîne ji bo tura duyem wê di 21ê mijdarê da hilbijartineke din bê kirin.

Partiya Tevgera Maf û Azadiyan (HOH) ya ku endamên wê zêdetir Tirk in wek namzediya serokomariyê Serokê Giştî Mustafa Karadayi namzed nîşan da.

Hilbijartin wê di saet 20.00î da dawî bibe, lê heke ser sandiqan hê jî welatiyên dengê xwe didin hebin wê qasî saetekê dîsa dewam bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE