Serê sibê di seat 9:00an de li Çerkeşa Çankırıyê li ser hev du erdhêj qewimîn, a ewil bi pileya 4 bêhnok 7, ya din jî bi pileya 4 bêhnok 8 bû.
Hat diyarkirin erdhêja ewil 13 kîlometre di binê erdê de, ya duyemîn jî 4 bêhnok 1 kîlometre di binê erdê de qewimî.
Di erdhêjê de tu tişt bi tu kesî nehat.
Waliyê Çankırıyê Hamdi Bilge Aktaş daxuyanî da û got: “heta niha rewşeke xerab tune”
Tenê li gundên Hacılar û Karamustafayê xaniyekî kevn û vala xera bû, 2 avahî jî bi sivikî xesar dîtin.
Gelê Enqere, Kırıkkale, Karabük û Yozgatê jî bi erdhêjê hesiya.
Li Çankiriyê 2 erdhejên li pey hev
Li Çankiriyê erd bi lerza 4,7 û 4,8an du caran hejiya...

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE