Li çar aliyê dinyayê kesên Kovîd-19 bi wan geriya ji 77 hezarî derbas bû

Hejmara kesên ku şewba Kovîd-19 ya li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û bi wan geriya ji 77 hezarî derbas bû

Li çar aliyê dinyayê kesên Kovîd-19 bi wan geriya ji 77 hezarî derbas bû

Heta niha 2 hezar û 361 kes ji ber şewba Kovîd-19an a ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, mirin.

Ji ber şewbê heta niha li Çînê 2 hezar û 345 kes, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê jî 2 kes mirin û li seranserê dinyayê ev şewb ji 77 hezarî zêdetir kesî geriya.

Li erdnigariya Çînê bi 76 hezar û 288 kesan ra, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi 69 kesan ra, li  Herêma Îdareya Taybet a Makaûyê jî bi 10 kesî ra şewba Kovîd-19an hat tesbîtkirin. Li Tayvanê jî ev nexweşî bi 26 kesan ra hat dîtin.

Şewba Kovîd-19yê ya ku li welatên din jî hat dîtin bû sedema mirinan. Li Îranê 5, li Japonyayê 3, li Koreya Başûr 2, li Tayvanê 1, li Filipînanê 1, li Fransayê 1 û li Îtalyayê jî mirovek ji ber vê şewbê can dan.

Li gor daneyên ji saziyên tenduristiyê yên welatên vîrusa koronayê ya bi tîpa nû lê heye, hatin berhevkirin hejmara kesên nexweşî bi wan ra heye wiha ne: 

"Japonya 739, Koreya Başûr 346, Sîngapur 86, Tayland 35, Malezya 22, Awistralya 23, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 35, Fransa 12, Îngiltere 9, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 9, Kanada 9, Îran 28, Îtalya 19, Hindistan 3, Filipînan 3, Rusya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1, Libnan 1, Îsraîl 1."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE