Li çar aliyê Tirkiyeyê dengdayîn qediya

Li çar aliyê Tirkiyeyê dengdayîna ku serê sibê dest pê kiribû qediya û welatiyan ji bo bijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin raya xwe da

Li çar aliyê Tirkiyeyê dengdayîn qediya

Tirkiye ji bo bijartina rêvebiriyên herêmî yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin îro çû ser sandiqê.

Ji bo Hilbijartinên Giştî yê Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê li 32 bajaran hilbijêr ji saet 07.00an pê va çûn ser sandiqê û heta 16.00an dengê xwe dan. Li bajarên din jî rayavêtina ku di saet 08.00an da dest pê kiribû di saet 17.00an da qediya.

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) hilbijêrên li Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dijîn ji saet 07.00 pê va dengê xwe dan. Raydayîna ku di saet 07.00an da li van bajaran dest pê kiribû di saet 16.00an da temam bû.

Li bajarên din jî ray avêtinê di saet 08.00an da dest pê kir û welatiyan heta saet 17.00an rayên xwe avêtin.

Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31ê adara 2019an da 57 milyon hilbijêrên hebûn.

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP beşdarî hilbijartinê bûn. Xêncî şert û mercên di qanûnê da hatine rêzkirin her hilbijêr li ser sandiqa lê hatibû qeydkirin raya xwe da.

Hilbijêrên li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehir, Gazîantep, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qehremanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Qonya, Meletiye, Manisa, Mêrdîn, Mêrsin, Muxla, Ordî, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdax, Trabzon û Wanê hilbijêran ji bo "şaredariya bajarê mezin", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe avêtin.

Li bajarên ku bajarê mezin nînin jî hilbijêran ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe avêtin. Hilbijêrên li gundan jî ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "mixtar û heyeta îxtiyaran" dengê xwe dan.

Rengê rayên hatin dayîn jî wiha ne: Şaredariya bajarê mezin "sipî", endamtiya meclisa giştî ya bajêr "tûtik", şaredariya navçe û bajêr "hêşîn", endamtiya meclisa şaredariyê "zer". Welatiyan jemû rayan xistin heman zerfê.

Hilbijêrên ducanî, nexweş, astengdar, kal û pîr bêyî ku benda rêzê bimînin rayên xwe dan.

Beriya saeta bidawîbûna dengdayînê sandiq nehatin vekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE