Li seranserê cîhanê hejmara pêketinên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 4,5 milyon hezar derbas kir.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara pêketinên Kovîd-19ê 4 milyon û 500 hezar derbas kir.
Li DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 448 hezar û 460î
Bi dû DYAyê de welatên ku herî zêde pêketin lê hatin tomarkirin bi vê rêzê ne, Îspanya 272 hezar û 646, Rûsya 252 hezar û 245, Îngiltere 233 hezar û 151, Îtalya 223 hezar û 96, Brezîlya 197 hezar û 838, Fransa 178 hezar û 878, Almanya 1174 hezar û 636.
Li Tirkiyeyê jî daneyên pêketiyan herî dawîn weke 144 hezar û 749 hat ragihandin.
Şewba Kovîd-19ê cara yekê meha 12an a sala 2019an li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.
Heta nuha milyonek û 691 hezar û 647 pêketiyên Kovîd-19 rehet bûne. Dermankirina 2 milyon û 507 hezar û 152 kesan jî berdewam e.
Virüs bulaşan 1 milyon 691 bin 647 kişi iyileşirken, 2 milyon 507 bin 152 kişinin ise tedavisi sürüyor.AA