Li seranserê cîhanê hejmara yên ku piştî bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin û paşê filitîn 543 hezar derbas kir.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê 543 hezar û 280 kes ji Kovîd-19ê filitîn.
Li Çîna ku herî zêde nexweş lê rehet bûn, 77 hezar û 892 kes ji nexweşiyê rizgar bûn.
Piştî Çînê welatên ku herî zêde nexweş lê rehet bûn bi vê rêzê ye; Almanya (77 hezar), Îspanya (74 hezar û 797), DYA (57 hezar û 189), Îran (52 hezar û 229), Îtalya (40 hezar û 164) û Fransa (30 hezar û 955).
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 145 hezar û 512an. Ji ber vîrusê 143 hezar û 308 kesî canê xwe ji dest da. Haliyen milyonek û 458 hezar û 924 pêketiyên aktîf ên enfekte hene.AA