Li China eyaleta Myanmarê pevçûn: 8 kuştî

Rayedar got artêşa Myanmarê êrîşî sivîlan kir û wiha dewam kir: "Kesên beşdarî xwepêşandanan dibin bi kuştin û êşkenceyê tehdîd kirin."

Li China eyaleta Myanmarê pevçûn: 8 kuştî

Rayedarekî Hêzên Parastinê ya Chindlandê (CDF) yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyanî da malpera nûçeyan Myanmar Nowê û got li bajarê Hakhayê di 2 û 3yê gulanê da di navbera artêşa Myanmarê û gel da pevçûn çêbûn.

Rayedar got artêşa Myanmarê êrîşî sivîlan kir û wiha dewam kir: "Kesên beşdarî xwepêşandanan dibin bi kuştin û êşkenceyê tehdîd kirin."

Rayedarê CDFê got di pevçûnan da 8 endamên artêşa Myanmarê hatin kuştin.

Hêzên Parastinê ya Chindlandê piştî derbeya eskerî ya 1ê sibatê ji bo xwepêşandêran li hemberî artêşa Myanmarê biparêze ava bûbû.

Ji Hêzên Esmanî ya Myanmarê 80 esker ji artêşê veqetiyan û beşdarî xwepêşandanan bûn.

Ji Fermandariya Herêma Yangonê Çawîş Aung Zay Ya jî beşdarî xwepêşandanan bû û got ew naxwaze artêş têkilî siyasetê bibe.

Zay Ya wiha axivî: "Ez dixwazim tenê karê xwe bikim. Heke em esker bin ji bilî eskeriyê divê em tiştekî nekin. Ji ber vê ez beşdarî çalakiya bêtaetiyê ya sivîl bûm."

Li Myanmarê derbeya eskerî

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çîî jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribû û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

Di xwepêşandanên dijî derbeyê da ji ber midaxeleya biçek ya artêşa Myanmarê heta niha 769 sivîl hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE