Li Davosê civînên Serokê HKIyê Barzanî

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Nivîsgeha Serokatiya HKIyê Barzanî li 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ya ku li Davosa bajaroka Swîsrayê tê lidarxistin, digel Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan û Wezîra Karê Derve ya Swîsrayê Linde civiya.

Li Davosê civînên Serokê HKIyê Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Davosa bajoraka Swîsrayê digel Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan û Wezîra Karê Derve ya Swîsrayê Ann Linde civiya.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Nivîsgeha Serokatiya HKIyê Barzanî li 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ya ku li Davosa bajaroka Swîsrayê tê lidarxistin, digel Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan û Wezîra Karê Derve ya Swîsrayê Linde civiya.

Barzanî di civîna digel Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan de ya ku ji çapmeniyê re girtî hat lidarxistin, li tenişt mijarên têkiliyên dualî li ser pêkanîna zemîna guncav ji bo veberhênerên Ermenî li herêmê axivîn.

Herdu aliyan herwiha li ser mijarên weke diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawîn ên herêmê û sarkirina rageşiyên li herêmê danûstana fikrê kirin.

Serokê HKIyê digel Wezîra Karê Derve ya Swîsrayê Linde civiya 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Nivîsgeha Serokatiya HKIyê, di civîna ji çapemeniyê re girtî de Barzanî ji bo piştgiriya di warê têkoşîna dijî DEAŞê û piştevaniya penaberan spasiya Ann Lindeyê kir.

Barzanî li Davosê digel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî civiya bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE