Li dijî "manîpulasyona kura dolarê" ya li ser medyaya civakî lêpirsîn

"Der heqê 346 hesabên hat tesbîtkirin ku li ser medyaya civakî, bilindbûna kura dolarê provoke dikin da lêkolîna edlî hat destpêkirin"

Li dijî "manîpulasyona kura dolarê" ya li ser medyaya civakî lêpirsîn

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku der heqê 346 hesabên hat tesbîtkirin ku li ser medyaya civakî, bilindbûna kura dolarê provoke dikin da lêkolîna edlî hat destpêkirin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku di van rojên dawîn da li dijî aboriya Tirkiyeyê li ser hesabên medyaya civakî di çarçoveya manîpulasyona kura dolarê da hin parvekirin tên kirin ku Serokatiya Daîreya Dijî Sûcên Sîber a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê li pey van hesaban e û miemeleyên qanûnî yên pêwîst bi awayekî hesas bi cih tîne.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li ser medyaya civakî ji 7ê Tebaxa 2018an pê va 346 hesab hatin tesbîtkirin ku bilindbûna kura dolarê provoke dikin. Der heqê mijarê da lêkolîna edlî hat destpêkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 13 Tebax 2018, 11:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE