Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên li welatan diweşîne, li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin bû 6 milyon û 22 hezar û 2yan.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên li welatan diweşîne, li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin bû 6 milyon û 22 hezar û 2yan.

Herî zêde nexweşî li Amerîkayê belav bû, li welêt milyonek û 792 hezar û 537 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Piştî Amerîkayê welatên herî zêde nexweşî li hat tîni jî li gor rêzê wiha ye: 

Brezîlya (466 hezar û 200), Rûsya (387 hezar û 623), Îspanya (285 hezar û 644), Îngiltere (271 hezar û 222), Îtalya (232 hezar û 248), Fransa (186 hezar û 835), Almanya (183 hezar û 19) û Hindistan (173 hezar û 491).

Hejmara nexweşên li Tirkiyeyê jî derkete 162 hezar û 120 kesî.

Li gor Wolrdometerê, welatên ji 50 hezarî zêdetir nexweşên wan hene wiha hat rêzkirin: 

"Peru (148 hezar û 285), Îran (146 hezar û 668), Şîlî (90 hezar û 638), Kanada (89 hezar û 390), Çîn (82 hezar û 995),  Erebistana Siûdî (81 hezar û 766), Meksîka (81 hezar û 400), Pakistan (64 hezar û 28), Belçika (58 hezar û 61) û Qeter (52 hezar û 907)."

Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû.

Li dinyayê hetanî nika 366 hezar û 350 kes ji ber vîrusê mirin.

2 milyon û 655 hezar û 374 kes rind bûn û dermankirina 3 milyon û 278 kesî jî dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE