Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 600 hezarî derbas bû

"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketin derkete 600 hezar û 787an.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 600 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 600 hezarî derbas bû. 

"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketin derkete 600 hezar û 787an.

Waqie herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin hejmara wan derkete 104 hezar û 256an, piştî Amerîkayê herî zêde waqie li Îtalyayê hatin dîtin û hejmara wan jî derkete 86 hezar û 498an.

Li Çîna nexweşî lê derkete holê 81 hezar û 394 kes, li Îspanyayê 65 hezar û 719 kes, li Almanyayê 53 hezar û 340 kes, li Fransayê 32 hezar û 964kes, li Îranê 32 hezar û 332 kes, li Îngiltereyê 14 hezar û 543 kes, li Swîsreyê 12 hezar û 928 kes bi Kovîd-19ê ketin. 

Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê di demeke kin da li gelek dewletan belav bû û vegeriya pandemiyê.

Ji ber nexweşiyê li dinyayê 27 hezar û 417 kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE