Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 900 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 900 hezarî derbas bû.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 900 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 900 hezarî derbas bû.

"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketin derkete 903 hezar û 819an.

Waqie herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin, hejmara wan derkete 200 hezar û 269an, piştî Amerîkayê herî zêde waqie li Îtalyayê hatin dîtin û hejmara wan jî derkete 110 hezar û 574an, li Îspanyayê jî 102 hezar û 136 waqie hatin dîtin.

Li Çîna nexweşî lê derkete holê 81 hezar û 554kes, li Almanyayê 75hezar û 754 kes, li Fransayê 52 hezar û 128 kes, li Îranê 47 hezar û 593 kes,li Îngiltereyê 29 hezar û 474 kes, li Swîsreyê 17 hezar û 139 kes, li Belçikayê 13 hezar û 964 kes, li Holandayê 13 hezar û 614 kes, li Tirkiyeyê 13 hezar 531, li Awistiryayê 10 hezar û 585 kes bi Kovîd-19ê ketin. 

Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê di demeke kin da li gelek dewletan belav bû û vegeriya pandemiyê.

Ji ber nexweşiyê li dinyayê 45 hezar û 334 kes mirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE