Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin û paşê baş bûn ji 3 milyon û 500î derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nexweş ketin û paşê baş bûn ji 3 milyon û 500î derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 3 milyon û 502 hezar û 921 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Herî zêde li Amerîkayê mirov ji şewba vîrusa koronayê filîtin û baş bûn ku hejmara wan 769 hezar û 794 e.

Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde nexweş pak bûn bi rêzê va wiha ye;

Brezîlya (302 hezar û 84), Rûsya (230 hezar û 688), Almanya (169 hezar û 600), Îtalya (166 hezar û 584), Tirkiye (141 hezar û 380), Îran (136 hezar û 360), Hindistan (129 hezar û 88), Şilî (95 hezar û  631) û Peru (89 hezar û 556) kes.

Şewba ku li Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû û guherî şewbê.

Li tevahiya dinyayê 7 milyon û 164 hezar û 880 kes bi vîrusê ketin, 407 hezar û 320 kes jî mirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE