Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 70 milyon û 720 hezarî derbas bû

Jimara pêketiyan derket 70 milyon û 720 hezar û 814an, 49 milyon û 148 hezar û 966 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî bi ser xwe da hatin û baş bûn.

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 70 milyon û 720 hezarî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin, ji 70 milyon û 720 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 588 hezar û 444 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 70 milyon û 720 hezar û 814an, 49 milyon û 148 hezar û 966 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî bi ser xwe da hatin û baş bûn.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 16 milyon û 39 hezar û 393yan û ji ber şewbê heta niha 299 hezar û 692 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (9 milyon û 796 hezar û 992), Brezîlya (6 milyon û 783 hezar û 543), Rûsya (2 milyon û 569 hezar û 126), Fransa (2 milyon û 337 hezar û 966), Îngiltere (milyonek û 787 hezar û 783), Îtalya (milyonek û 787 hezar û 147),  Tirkiye (milyonek û 748 hezar û 567), Îspanya (milyonek û 734 hezar û 386), Arjantîn (milyonek û 482 hezar û 216), Kolombiya (milyonek û 399 hezar û 911), Almanya (milyon û 270 hezar û 432), Meksîka (milyonek û 217 hezar û 126), Polonya (milyonek û 102 hezar û 96), Îran (milyonek û 83 hezar û 23), Perû (979 hezar û 111), Ukrayna (858 hezar û 714), Afrîkaya Başûr (836 hezar û 764), Belçîka (600 hezar û 397), Endonezya (598 hezar û 933), Hollanda (585 hezar û 685), Iraq (571 hezar û 253), Şîlî (566 hezar û 440), Çekya (563 hezar û 333) û Romanya (539 hezar û 107)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye ev in:

"Brezîlya (179 hezar û 801), Hindistan (142 hezar û 222), Meksîka (112 hezar û 326), Îngiltere (63 hezar û 82), Îtalya (62 hezar û 626), Fransa (56 hezar û 940), Îran (51 hezar û 496), Îspanya (47 hezar û 344), Rûsya (45 hezar û 280), Arjantîn (40 hezar û 431), Kolombiya (38 hezar û 484), Peru (36 hezar û 499), Afrîkaya Başûr (22 hezar û 747), Polonya (21 hezar û 630), Almanya (21 hezar û 233), Endonezya (18 hezar û 336), Belçîka (17 hezar û 692), Şîlî (15 hezar û 774), Tirkiye (15 hezar û 751), Ukrayna (14 hezar û 470), Ekvador (13 hezar û 850), Kanada (13 hezar û 109), Romanya (12 hezar û 948) û Iraq (12 hezar û 526)."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE