Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara kesên nexweş ketine ji 500 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "worldometre"yê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê nexweş ketine derket 500 hezar û 542an.
Amerîka bi 82 hezar û 179 kesên bi Kovîd-19ê ketine bû dewleta yekemîn û peyra bi 81 hezar û 285 nexweşan Çîn û bi 80 hezar û 589 nexweşan Îtalya tê.
Şewba vîrusa koronayê ku Kanûna 2019an li Vuhana bajarê Çînê derket ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.
Ji ber şewbê heta niha li dinyayê 22 hezar û 334 kes mirine.
AA