Li Sûra Amedê, li ser 150 donim erdî baxçeyekî nû tê avakirin. li alîyekî çemê dîcleyê û baxçeyên hewselê hene, li aliyê din jî bedenên amedê...
Ev demeke dirêj e li Sûra Amedê xizmetên gelekî mezin tên kirin.
Niha di navbera Çemê Dîcleyê, Baxçeyên Hewselê û Bedena Amedê de baxçeyekî mezin çêdibe.
Bi 24 Milyon lîreyan li ser 150 donim erdî ji bo Dîyarbekiriyan baxçeyê gel tê avakirin.
Li alîyekî bêxçe xweşikiya Hewselê û li aliyê din jî dîroka hazar salî hene.
Xebatên avakirinê bi lez û bez didomin. Baxçe dê di 2-3 mehan de were temamkirin.
Bi temamkirina avahiyên TOKÎyê, parka nav kelehê û vî baxçeyê mezin dê Sûra Amadê delaltir bibe.