Li Diyarbekirê bertekên li dijî êrîşa Israîlê

Saziyên sivîl piştî nimêja înê bertek nîşanî Israîlê dan.

Li Diyarbekirê bertekên li dijî êrîşa Israîlê

Li hemberî êrîşên Israîlê li Diyarbekirê jî partî û saziyên civakî yên sivîl li Mizgefta Sumerê hatin bal hev. Piştî nımêjê li meydana Stesyonê girseyeke mezin civiya. Girseyê êrîşên Israîlê protesto kirin û ji bo kesên canê xwe ji dest dabûn nimêja giyabî kirin.

Ev hefteyeke ku êrîşên Israîlê yên li dijî Mescîda Eqsa û Filistîniyan dîsa gur bûye.

Li dijî êrîşên li ser Mescîda Eqsayê ji siyasetmedaran heta sazıyên sivîl, ji her beşên civakê bertekên tund tên dayîn.

Li Diyarbekirê jî bi sedan welatî li ser bangewaziya partî û saziyên sivîl li meydana Stasyonê civiyan.

Piştî nimêja xutbeyê ji bo Filistîniyên ku di pevçûnan de canê xwe ji dest dabûn nimêja giyabî hate kirin.

Li hemberî êrîşa Israîlê ya li dijî Mescîda Eqsayê rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedar jî bê deng neman.

Welatî dixwaze Israîlê were sekinandin û Filistînî ji wê zilmê xelas bibin.

Êrîşên Israîlê yên li ser Filistîn û li derdora Mescîda Eqsayê didome û her ku diçe gurtir dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE