"Li Diyarbekirê dayikan terorîstên destbixûn têk birine"

Erdogan: "Li Diyarbekirê dayikên ku ji bo ewladên xwe ji destê rêxistina cihêxwaz xelas bikin nobetê digirin, terorîstên destbixûn têk birine."

"Li Diyarbekirê dayikan terorîstên destbixûn têk birine"

Erdogan: "Nobelê xelat da nûnerê koma rewşenbîrên xwînmij ên ku dibêjinê Handke, ev yek nîşan dide ku komeke xwînmijan çêbûye"

Serok Erdogan: "Her raperîna ku jinê ji malbatê diqetîne tê wê meneyê ku rasterast mirovahiyê ji xwe ra dike hedef."

Erdogan: "Hişmendiya malbat û jinê, jin û mêr, zarokan ji hev diqetîne ne aîdê me ye, ne niyeteke baş e."

Erdogan: "Em ê kesên ku bi alîkariya rêxistinên terorê di parlamentoyê da ne û hezkiriyên terorê ku naxwazin jin û ewledên me yên tên şehîdkirin bibînin bi çi îzah bikin? Ji ber ku navê wê partî ye nayê îzahkirin. Zû yan jî dereng di sandoqan da hûn ê hesabê vê bidin."

Erdogan: "Li Diyarbekirê dayikên ku ji bo ewladên xwe ji destê rêxistina cihêxwaz xelas bikin nobetê digirin, terorîstên destbixûn têk birine."

Serok Erdogan: "Ji niha bi şûn va di hilbijartinan da ji bo ku jinên me bi rêjeyeke zêde him di lîsteyên namzediyê da û him jî di meclisên şaredariyê da bikaribin zêdetir cih bigirin, em ê bixebitin." 

 "(Berteka dijî xelata Nobelê) Ez li ser navê şexs û miletê xwe sipasiya hemû serkirdeyên siyasî dikim ku piştgirî dan vê helwesta bi rûmet."

"(Nobel) Ev xelata ku hûn didin, ne ew xelat e ku hûn didin mamosteyê me Azîz Sancar, Orhan Pamuk. Hûn nikarin kesî bixapinîn û hûnê nikaribin bixapînin jî."

 "Ji Nene Xatûnê bigir heya Nezahat Onbaşiyê, ji wê bigir heya Şerîfe Baci û Fata Reş bi saya gelek jinên me yên egîd va me serxwebûna xwe xilas kir. Mamoste Aybuke ya ku ji hêla rêxistina terorê va bi bêbextî hat şehîdkirin û Esma Astsubay a ku me hêj nû definkir û bi sedan jin ên ku li hundir û derveyê sînorê me bi bêbextî hatine kuştin alayên îroyîn ên vê têkoşîna me ne."

 "Nobelê xelat da nûnerê koma rewşenbîrên xwînmij ên ku dibêjinê Handke, ev yek nîşan dide ku komeke xwînmijan çêbûye"

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE