Li Diyarbekirê pirtûkeka Îbranîkî ya hezar û 100 salî ya ku bi nivîsên zêrîn hatiye neqişandin hat girtin û 6 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di xebatên xwe da tesbît kirin ku 4 kesên li Bismîl û Erxeniyê dijîn ji bo pirtûkeka dîrokî ya di destê xwe da bifroşin li kiryarekî digerin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di lêkolînan da hat tesbîtkirin ku pirtûk hezar û 100 salî ye, bi herfên zêrîn Îbranîkî hatiye nivîsandin li ser motîfên dînî hene û wiha hat gotin:
"Li gor biryara lêgerînê ya ji Serdozgeriya Komarê hat sitandin duh li Erxeniyê operasyon hat kirin, dema şikbaran pirtûk difrotin li ser sûc hatin girtin. Ekîb li ser û guhên şikbaran û navnîşana wan geriyan di lêgerînê da pirtûka Îbranîkî ya 21 perî girtin. Berhema dîrokî ya hat girtin hildan bin parastinê, der heqê 6 şikbaran da lêpirsîn dan destpêkirin."