Hêzên Artêşa Tirkiyeyê piştî êrîşa li Îdlibê dijî eskerên Tirk hat kirin li hedefên hatine tesbîtkirin dixe.
Li gor dîmenên nû ku ji Îdlibê hatin 13 kîlomêtro li başûrê Helebê tesîsa herbê ya kîmyewî, wesaîtên eskerî û ciyên ku eskerên rejimê lê ne û xwe tê da veşartine hatin îmhekirin.
Wezareta Parastina Neteweyî: 56 mensûbên rejimê hatin berterefkirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser hesabê Twitterê ji hedefên rejimê 8 tank, 4 wesayîtên şer yên bizirx, 5 obus û 2 roketavêjên pirlûle û 56 mensûbên rejimê hatin berterefkirin.
AA