Li Îdlibê rewşa dawî

Akar: Dewriyeya hevpar a ligel Rûsyayê wê di demeke kurt de dest pê bike

Li Îdlibê rewşa dawî

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar got ku li îdlibê beşeke mezin a radîkalan vekişiyayaye. Akar destnîşankir ku hêzên tirkiye û rûsyayê wê di demeke kurt de dewriyeya hevpar biavêjin. Hulusî Akar ragihand ku ew ê roja şemiyê bi wezîrê parastinê yê rûsyayê re bicive.

Akar: Heta niha beşeke mezin a xwedî çekên giran vekêşiya. Li vê herêmê beşeke mezin a radîkalan vekêşiya û em dibînin ku binpêkirinên agirbestê ji sedî 90 kêm bûne. Li vir ji bo sazkirina navendeke tevgera hevpar, bo tevxebata Tirkiye û Rûsyayê û dewamkirina agirbestê me li hev kir. Li ciyê min nîşan da, di demeke kurt de dewriyeyên hevpar wê bên avêtin. Ger astengiyek dernekeve vê şemiyê ez û wezîrê parastinê yê Rûsyayê em ê bicivin û li ser van mijaran hûr û kûr biaxivin.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 15:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE