Li Efrînê hejmara cesedên ji gora komî hatin derxistin derket 68an

Raşîd di dema xebatên kolandina li zeviyeke ser Taxa Efrîna Nû dewam dikir da daxuyanî da rojnamegeran û got ku duh bi dîtina gora komî ew şaş û metel man.

Li Efrînê hejmara cesedên ji gora komî hatin derxistin derket 68an

 Serokê Meclisa Herêmî ya Efrînê Mihemed Şêx Raşîd diyar kir ji gora komî ya li Efrîna ku berî Hereketa Çiqlê Zeytûnê di bin kontrola terorîstên YPG/PKKyî da bû hejmara cesedên hatin derxistin gihîşt 68an.

Raşîd di dema xebatên kolandina li zeviyeke ser Taxa Efrîna Nû dewam dikir da daxuyanî da rojnamegeran û got ku duh bi dîtina gora komî ew şaş û metel man.

Di axaftina xwe da Raşîd destnîşan kir ku der heqê gora komî da çawa xeber hildan wan dest bi kolandinê kir û wiha domand: "Em li gora komî ya ser Kolana Vîllayan a navenda bajarê Efrînê ne. Şaxên eleqedar li dest avêtin meseleyê û kolandinê dest pê kir. Dema kolan dihat kirin em jî li vê derê bûn û dema me cesed dîtin em şaş û metel man, cinaze bi ser hev da hatine binaxkirin û naylon li wan pêçane û avêtine ser hev û ser wan girtine. Heta niha 68 cesed hatin derxistin. Weke hûn jî dibînin ev qad goristan nîne, ev der goristaneke komî ya ku bi lez û bez di nav qada wargehê da hatiye çêkirin. Em şêniyên Efrînê zanin ku ev der goristan nîne. Dema ev der di bin kontrola PKKya rêxistina terorê da bû gelek kes zanin ku kesên li dijî wan bûn winda dibûn û yan jî dihat bihîstin ku hatine înfazkirin. Dibe ku ev gora komî ya wan kesên li dijî wan sekinîne û hatine kuştin be, rayedar vê mijarê dişopînin. Xebat heta ku ev cesed yê kê ne bên tespîtkirin wê dewam bike. Ev qad goristan nîne, ev der goristaneke komî ya ku bi lez û bez di nav qada wargehê da hatiye çêkirin."

- Gelek cesedên di çewalan da hatin derxistin

Li Efrîna herêma Sûriyeyê ku di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk da ye ji hêzên ewlehiyê yên herêmî ra îxbarek hat û li ser wê di zeviyeke li Taxa Efrîna Nû da xebatên kolandinê dest pê kir. Di kolandina bi makîneyên kar hat kirin da di 15-20 metre kûrahiyê da gelek cesedên kiribûn hundirê çewlan hatin dîtin.

Hêzên ewlehiyê tespît kirin ku ew cesed, yên wan kesên li dijî YPG/PKKê bûn û berî Hereketa Çiqlê Zeytûnê li herêmê hatibûn înfazkirin e.

Di wê heyamê da YPG/PKKyê li herêmên di bin kontrola xwe da zorê dida hemû kesên dikarin çekê hildin û yên dijî vê zordestiyê derdiketin jî înfaz dikir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE