"Li Efxanistanê em bi hemû terefan ra diyaloga xwe didomînin"

"Li Efxanistanê em bi hemû terefan ra diyaloga xwe didomînin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Li Efxanistanê Taliban jî di nav da em bi hemû terefan ra diyaloga xwe didomînin."

Çavuşoglu bi Eymen es-Safediyê Wezîrê Karên Derva yê Urdinê ra piştî hevdîtinên dualî û di nav heyetan da civîna çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir piştî ku Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî welêt terk kir li Kabulê valahî çêbûye û bi geşedanê ra jî rêvebirî ketiye destê Talibanê û wiha axivî, "Li Efxanistanê Taliban jî di nav da em bi hemû terefan ra diyaloga xwe didomînin."

Çavuşoglu destnîşan kir peyamên ku Talibanê heya niha daye erênî dibînin û wiha got, "Em ê desteka xwe ya ji bona îstiqrar, aştî, hizûr û pêşketina aboriya Efxanistanê bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE