Li Elazığê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dike

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) destnîşan kir di erdheja bi lerza 6,8an da ku navenda wê Sivriceya navçeya Elazığê ye, hejmara miriyan derkete 39an.

Li Elazığê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dike

Piştî erdheja navenda wê Sivriceya navçeya Elazığê ya ku lerza wê 6,8 bû li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin.

Erdheja lerza wê 6,8 bû roja înê di saet 20.55an da çêbû û ji ser erdhejê ra 48 saet derbas bûn.

Cinazeyê 7 kesên di erdhejê da mirin, hatin definkirin.

Muzeyyen û bûka wê Zehra Ayken li Mizgefta Hecî Fethî bi merasimekê va hatin oxirkirin.

Ji bilî malbata Ayken û eqrebayên wan gelek welatî û Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî beşdarî merasima cinazeyê bûn.

Piştî merasimê Muzeyyen û bûka wê Zehra Ayken li Goristana Asriyê hatin binaxkirin.

Wezîr Kurum sersaxî da malbatê û êşa wan parve kir.

- Li Taxa Sürsürüyê jî 5 kes hatin definkirin

Li Taxa Sürsürüyê ya Elazığê jî di avahiyekî hilweşiyabû da Aîşe û mêrê wê Mehmet Arîfoglu, qîza wan Halîme Aslan û neviyên wan Mîraç Alî û Ruya Aslan miribûn. Ji bo vê malbatê jî li Mizgefta Kişlayê merasimek hat lidarxistin.

Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş nimêja cinazeyan da kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Serokê Berê yê TBMMyê û Parlamenterê Îzmirê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, Waliyê Elazığê Çetîn Oktay Kaldirim û gelek rayedarên din beşdarî merasimê bûn.

Wezîr û rayedaran paşê li herêma erdhejê lêkolîn kirin û bi gel ra axivîn.

- Li Malatyayê 56 avahî hilweşiyan

Li Meletiyê jî li gor daxuyaniya Walîtiyê di erdhejê da 4 kes mirin, 318 kes hatin nexweşxaneyan ku niha tedawiya 21 kesan dewam dike.

Erdhejê zêdetir tesîr li navçeya Doğanyolê kir.

Walîtiyê daxuyand li navçeya Doğanyolê jê 29 avahiyên kevn tevahî 54 avahî, li navçeya Battalgaziyê avahiyek, li navçeya Puturgeyê jî avahiyek tevahî 56 avahî hilweşiyan.

- Li Adıyamanê xebatên tespîtkirina xisarê dewam dikin

Walîtiya Adiyamanê daxuyand li bajêr tespîtkirina xisara edrhejê dewam dike.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê li navenda bajêr û navçeyan tîm dixebitin ku zirara erdhejê tespît bikin.

- AFAD: Ji 1607 kesan jê 1515 kes hatin taburcîkirin

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) daxuyand piştî erdhejê 1607 kes hatin nexweşxaneyê ku ji van 1515 kes hatin taburcîkirin.

Bi kordînasyona AFADê 45 kes ji binê kavilan hatin derxistin, 38 kes mirin.

AFADê 269 tir alîkarî gihande herêmê.

- Piştî erdhejê 844 paşhej çêbûn

Li herêma erdhejê piştî erdhejê 844 paşhej çêbûn ku jê 21 erdhej bi lerza 4an mezintir çêbûn.

- 16 milyon û 334 hezar û 649 lire alîkarî hat berhevkirin

Bi kordînasyona AFADê ji 21 saziyên kamuyê û yên sivîl 3 hezar û 829 personel, 22 kuçikên xilaskirinê, 568 wesayîtên bejahiyê û 5 firokeyan va xebat dewam dikin.

Li herêmê 57 hezar û 833 betaniye, 17 hezar xwarina germ, 13 hezar û 500 taştê, 7 hezar şorbe li welatiyan hatin belavkirin.

23 hezar û 507 konên malbatan, 400 konên taybet, 2 hezar û 354 sobe, 6 hezar û 436 kolî xurek hatin belavkirin.

Ji ber erdhejê jê 12 milyon û 874 hezar û 890 lire bi rêya peyama SMSê, tevahî 16 milyon û 334 hezar û 649 lire hat berhevkirin.

Li Elazığê û Malatyayê 2 hezar û 945 avahî hatin kontrolkirin û ji van 87 avahî hatin hilweşandin.

Hat tespîtkirin 1287 avahiyan zirareke mezin, 56 avahiyan zirareke normal û 876 avahiyan jî kêm zirar dîtine.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 11:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE