Li Erzurum, Kars û Ağriyê bazarên heywanan

Li Erzirom, Qers û Agiriya ji navendên heywandariyê ya Tirkiyeyê li bazara heywanan qerebalixî dewam dike.

Li Erzurum, Kars û Ağriyê bazarên heywanan

Li Erzirom, Qers û Agiriya ji navendên heywandariyê ya Tirkiyeyê li bazara heywanan qerebalixî dewam dike.

Heywandarên ku heywanên xwe anîn Bazara Heywanan a Erziromê li benda mişteriyan e ku pez û dewarên xwe bifroşin.

Di navbera heywandaran û welatiyan da bazariyeke zor tê kirin û her ku eydî nêz dibe jî qerebalixî zêde dibe.

Îslam Yildirimê heywandar ê Serokê Odeya Zîraetê ya Yakutiyeya Erziromê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku firotinên li bazarê di rewşa xwe da dewam dike.

Yildirim destnîşan kir ku îsal jî wekî sala par derbas dibe û guherîneke mezin tune û wiha pê da çû: "Li bajarên rojava heywan baş hatine firotin. Hêviya me ew e ku îro, sibê û dûsibê heywanên me yên li vê derê jî werin firotin. Heywandarên me heywanên xwe anîn û welatî jî ji bo kirîna qurbanan tên. Nika rewşa bazarê baş e. Hêviya me ew e ku ji vê baştir be."

- Qers

Li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatiyên dixwazin ji bo kurbanê heywanan bistînin ji ber destê sibê pê va berê xwe dan bazarê.

Di navbera welatiyan da bazariyeke zor derbas dibe. Dema welatî di bihayê heywanan da li hev nekin jî navbeykar dikevin dewreyê û bazara wan çêdikin.

Li bazarê tê dîtin ku herî zêde eleqeyê nîşanî pêz didin.

Erkan Ezelhanê xwediyê pêz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Pezê me rind tê firotin. Em û mişterî hevu dibin û tînin hinekî dilê hevdu dihêlin, lêbelê piştî bazarê heqê xwe li hev helal dikin. Bihayê heywanên me di navbera hezar û 300î û hezar û 500î da diguhere. Xwedê qurbana her kesî qebûl bike."

Harun Golê ku li bazarê beranek kirî jî wiha axivî: "Min ji baza Sarîqamîşê ji bo bûka xwe ya li Erziromê beranek kirî. Me bazarî kir biha ji hezar û 450yî daxist hezar û 375an. Eyda Qurbanê ya hemû Mislimanan pîroz dikim."

- Agirî

Gelê Agiriyê jî beriya eydê bi çavên firsendê li dawiya hefteyê mêze kirin û berê xwe dan borseya Heywanan a Agiriyê û ji xwe ra heywanên qurbanê distînin.

Heywandar ji qerebalixiya li borseyê razî ne û ji ber ku mişterî heywanan dikirin jî gelekî kêfxweş dibin.

Remzî Şenkalê heywandar diyar kir ku ji kirîn û firotinê menûn in û wiha pê da çû: "Şikur ji Xwedê ra. Her kes rizqê xwe distîne. 6 serî dewarên min hebûn. Min 4ên wan firot 2 heb man. Bi îzna Xwedê ez ê wan jî bifroşim."

Mehmet Yildirim heywandar ê ku ji 23 serî dewarên xwe 21 heb firot jî got, "Di destê min da 2 serî dewar man. Ez kon digrim. Heba wan bi 5 hezar û 800 lireyî difroşim. Ji ber ku di destê min da heyman neman ez kêfxweş bûm."AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE