"Li Filistînê heta du sê mehan em ê hilbijartinên giştî bikin"

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Dewletê ya Filistînê hat dayîn, Ebas di çarçoveya "Roja Piştgiriya Ji Bo Gelê Filistinê ya Navneteweyî ya 29ê Mijdarê" da peyamek weşand. 

"Li Filistînê heta du sê mehan em ê hilbijartinên giştî bikin"

 Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas daxuyanî da û got ku ew ê heta du sê mehan hilbijartinên giştî bikin. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Dewletê ya Filistînê hat dayîn, Ebas di çarçoveya "Roja Piştgiriya Ji Bo Gelê Filistinê ya Navneteweyî ya 29ê Mijdarê" da peyamek weşand. 

Ebas di peyama xwe da got ku ew ê demekê kin da li Filistînê hilbijartinên giştî bikin û wiha axivî:

"Mehên pêş mehên hilbijartinê ne. Bi hilbijartinên li welet em ê otorîteyek, qanûnek û hêza çekdar ya meşrû bidin tesdîqkirin. Gelê Filistînê bêedaletiyê û zixtan qebûl nake. Gelê Filistînê 70 sal e di bin zilmê da ye, lêbelê tu caran ji têkoşîna xwe ya dide tewîz neda. Em hê li ser fikra peymana sala 1967an ya ku ji çareseriya du dewletan pêk tê, ne."AA

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE