Li G20ê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da rojeva S400 û F35an

Di lûtkeya G20ê ya ku li Japonyayê hat lidarxistin da rojeva sereke ya Tirkiye û Amerîkayê pêvajoya balafirên şer ên S400 û F35an bû.

Li G20ê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da rojeva S400 û F35an

Di têkiliyên Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ên G20ê da pergala parastina asîmanî ya S400an û balafirên şer ên F35an teslîmê Tirkiyeyê bikin rojeva sereke ya serokan bû.

Serok Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump hem di têkiliyên xwe yên dualî da hem jî di civînên çapemeniyê yên ku piştî civînên G20ê kirin da der barê S400 û teslîmkirina balafirên şer ên F35an da daxuyanî dan. Di daxuyaniyan da Trump destnîşan kir ku divê hember Tirkiyeyê "adil" bin û ev yek derket pêş. Serokomar Erdogan jî ragihand ku Trump mijarên mueyîdeyê eşkere kirin û got ku dê tiştekî wiha çênebe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê ya ku dawiya Lîtkeya Serokan a G20ê li dar xist da li ser pirsa heke Tirkiye ji Rûsyayê pergala parastina asîmanî ya S400î bistîne dê dijî Tirkiyeyê mueyîde bên kirin an na got ku Tirkiye bûyereke balkêş e.

Trump got ku Serok Recep Tayyîp Erdogan kesekî zor e û ji aliyê din va got ku bi Erdogan ra baş li hev dike. trump destnîşan kir ku Tirkiyeyê di heyama serokatiya Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê berê digel ku çendî caran daxwaz kir lê digel vê firotina patrîotan nehat pesendkirin.

Trump got "Ez wisa difikirim ku dijî wî (Erdogan) adil tevnagerin." û bi bîr xist ku birêvebiriya Amerîkayê di serî da nexwest ku fuzeyên patrîotê bifroşe lê piştra dema xwest ku bifroşe jî Tirkiyeyê pergaleke nû sitandibû. Trumo der barê mijarê da got ku "Ango ev peymaneke tevlihev e. Em li serê dixebitin. Em ê lê binêrin ka dikarin çi bikin."

Trump diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo S400î serî li Rûsyayê daye û bi wî welatî ra li hev kiriye û qal kir ku Tirkiyeyê gelekî pere daye. Trump got ku piştî peymanê li Amerîkayê hin kesam ji ber ku ev pergal (S400) pergala NATOyê nîne nexwestin ku Tirkiye wê bi kar bîne.

- "Dijî Tirkiyeyê neheqî tê kirin"

Serokê Amerîkayê ragihand ku Tirkiyeyê ji Amerîkayê 100 balafirên F35 kirîn û Serokomar Erdogan ji bo wan gelekî pere da û dixwaze ku bên teslîmkirin lêbelê li Amerîkayê hin alî diparêzin û dibêjin ku heke Tirkiye pergala S400î bi kar bîne dibe ku Rûsya bikare bigihêje pergala F35an. Donald Trump diyar kir wisa difikire ku di vê mijarê da dijî Tirkiyeyê neheqî tê kirin.

Trump wiha axivî: "Heke mirov durist be ya rast ev xetaya Erdogan nîne. Hûn dê niha nûçeyên flaş ên wekî 'Donald Trump ji Tirkiyeyê hez dike' çêkin. Hûn dê bibêjin ku 'Donald Trump ligel Tirkiyeyê ye.'Nexêr ez ji welatê me hez dikim."

 "Hûn mecbûr in ku adil bin (hember Tirkiyeyê) 

Serokê Amerîkayê Trump beriya ku di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G-20ê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike li ser pirsa heke Tirkiye pergala parastinê S400î nikire dê Amerîka dijî Tirkiyeyê mueyideyan bike yan na gotibû ku "Serokomar Erdogan di heyama Obama da xwest ku Patrîoatan bikire lê destûr nehat dayîn. Di heyama Obama da hember Tirkiyeyê adil tevnegeriyan."

Trump gotibû ku mijara S400î mijareke tevîhev e û gotibû ku li çareseriyên cuda digerin.

Serokê Tirkiyeyê Erdogan jî beriya hevdîtina ku dê di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê da bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bikira daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku di navbera herdu welatan da lezhiyeke cidî hat bidestxistin niha berdewama nexşerêya k der barê sewqiyata S400an da li hev kirin dişopînin.

Erdogan qal kir ku di serî da bihevra çêkirina fuzeyê bi awayekî ku transfera teknolojiyê jî bihewîne pêşxistina wê ji bo Tirkiyeyê pêşanî ye û gotibû ku "Niha wisa bawer dikim ku çav li ser pêvajoya sewqiyata vê karê ye  jixwe di vir da di mutebaqata me da tu derengî çênebûye."

Serok Erdogan piştî Lûtkeya Serokan a G20ê civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku "(S400) Di pêvajoya teslîmatê da ye û li Tirkiyeyê nayê ku di peymaneke wiha ya ku di pêvajoya teslîmatê da ye înkar bikin. Ev kar xilas." Erdogan der barê mijara mueyideyê da diyar kiriû ku Trump îro mijar eşkere kir û gotibû "Me ji wî bixwe jî bihîst ku dê tişteke wiha çênebe."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE