Li Girê Spî welatî vedigerin ser karên xwe

Dikan vebûn, xelk bi rehetî danûstandina xwe dikin...

Li Girê Spî welatî vedigerin ser karên xwe

Ev der navçeya Girê Spî ye…

Nêzî 4 salan di bin dagirkeriya rêxistina terorî YPG/PKK’ê de bû.

Navçe bi operasyona kaniya aştiyê hat rizgarkirin.

Em jî wek ekîba TRT KURDIyê çûn navenda navçeyê û me rewşa dawî şopand…

Li kuçe û kolanan zarok, jin, kal û pîr her kes heye…

Gelê navçeyê êdî bi rehetî derdikeve kuçe û kolanan û karê xwe dike.

Welatiyeke kêfxweşiya xwe anî ziman û got ‘’Navê min Elî ye. Ez 42 salî me. YPG/PKKê ji ber ku em Ereb in ji me heznedikir. Zilm û zordarî li me dikir. Ji ber ku em ji wan xilas bûn em gelek kêf xweş in.’’

Esnafên navçeyê jî dikanên xwe vekirin û dest bi danûstendinê kirine.

Esnafên navçeyê dibêjin em ji ber ku ji rêxistina terorî filîtin gelek kêfxweş in.

Îsmaîl Hemîd jî yek ji wan esnafan e û dibêje rêxistina terorî em bi zorê hepis dikirin.

Hemîd got, ‘’Elhamdulîllah karê me baş e. Şikur ji Xwedê re em ji van terorîstan xilas bûn. Gelek zilm li me kirin. Bê sebep 4 mehan ez hepis kirim. Zilm pir bû. Elhamdulîllah niha karê me baş e. Gelê me vegeriya ser mal û milken xwe. Sebze û fêkiyên me jî erzan in.‘’

Li navçeyê niha kêmasî tên çareserkirin û rewş her ku diçe aramtir dibe.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE