Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Li gorî baweriya me di aştiyeke adil da kes wenda nake. Dirêjbûna pevçûnê feydeyê nade tu kesî."
Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê di vekirina Civîna Heyetên Mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê da axivî.
Serokomar Edogan di axaftina xwe da got weke dewleteke ku li herêma xwe bûye şahidê gelek êşan ji bona li bakurê Behra Reş rewşeke bi vî rengî neqewime em hewl didin.
Erdogan der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da got ku li hemû platformên navneteweyî em helwesteke adil nîşan didin ku hesasiyet û heq û hiqûqa herdu terefan (Rûsya û Ukrayna) diparêzin û piştguh nakin.
Serokomar Erdogan diyar kir dirêjbûna pevçûnê feydeyê nade tu kesî û got ku li gorî baweriya me di aştiyeke adil da kes wenda nake.
Rusya - Ukrayna Müzakere Heyetleri Toplantısı https://t.co/9YJ222RWlw
— Recep Tayyip Erdoğan (@RTErdogan) March 29, 2022