"Li gorî me Qanala Stenbolê projeya xilaskirina pêşeroja Stenbolê ye"

"Li gorî me Qanala Stenbolê projeya xilaskirina pêşeroja Stenbolê ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Li gorî me Qanala Stenbolê projeya xilaskirina pêşeroja Stenbolê ye."

Erdogan di Merasima Xîmdanînê ya Pireya Sazlidereyê ya Qanala Stenbolê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir îro di dîroka pêşketina Tirkiyeyê da rûpeleke nû vedikin û wiha axivî, "Di salên 1930yî da ji Tengavê salê 3 hezar keştî derbas dibûn. Di roja îroyîn da jî ev reqam derketiye 45 hezarî. Her keştiyeke mezin ku ji Tengavê derbas dibe ji bona bajêr talûkeyeke mezin e. Li Tengavê him ji hêla bakur û başûr û him jî ji hêla rojhilat û rojava da her cure keştî derbas dibin."

Erdogan diyar kir Qanala Stenbolê projeya xilaskirina pêşeroja Stenbolê ye û wiha pê da çû, "Ji neftê bigire heya amûrên organîk gava keştiyên barên curbecur dibin qeza bikin ev ji bona behrên me talûkeyeke mezin e. Projeksiyonên hatin amadekirin nîşan didin ku di sala 2050yî da 78 hezar keştiyê ji tengavê ra derbas bibin. Li gor hesaban, kapasîteya keştiyên bi ewlehiyê ji Tengava Stenbolê ra derbas bibin 25 hezar e."

Serok Erdogan der barê Qanala Stenbolê da destnîşan kir ji bona parastina dîrok û çanda li Tengavê jî pêwîstî bi vê projeyê heye û wiha peyivî, "Guzergaha halêhazir di nav 5 alternatîfan da bi xebatên zanistî wekî xeta herî maqul hat bijartin. Ez bangî wan kesan (kesên dibêjin ji me nepirsîne) dikim. Ji bîr nekin, ji kê hewce kiribe ji wan hatiye pirsîn û derketine rê. Dirêjahiya kanalê 45 kîlomêtro. Berahiya erdê wê 275 mêtro. Kûrahiya wê 21 mêtro hat tesbîtkirin. Li gorî etudên hatine kirin trafîka keştiyan ya li Qanala Stenbolê li gorî ya li Tengavê 13 qat wê ewledartir be. Bala xwe bidinê, ev mersima vekirina kaniyekê nîne. Merasima vekirina pîçeka kaniyê jî nîne. Em îro xîmê binî yê kanaleke li dinyayê mînak e diavêjin."

Erdogan destnîşan kir qada vejena tê nûkirin û rekreasyonê ku gava meriv ji Behra Reş derdikeve li milê çepê dikeve wê qîmeteke mezin bide Stenbolê.

Serok Erdogan diyar kir hedefa wan ew e ku Qanala Stenbolê di nav 6 salan da bi 15 milyar dolar maliyetê temam bikin û wiha peyivî, "Mezinbûna keştiyên ji qanalê derbas bibin û kapasîteya trafîkê li gorî têra ji sedî 99ê trafîka li Tengavê çêbe hatiye tesbîtkirin. Li herdu aliyên kanalê wargehên serjimara wan ji 500 hezar kesî pêk tên plan dikin, ev ê barê giran ê li ser Stenbolê ji holê rake."

Erdogan got ku Qanala Stenbolê ne tenê li Tirkiyeyê belkî li dinyayê jî projeya herî mezin e ku wê tebîetê biparêze û wiha dewam kir, "Ez dixwazim binê wê xêz bikim ku amadehiya Qanala Stenbolê bi endezyariyên kedeke mezin, xebatên ÇEDê, teknîkê û li gor hiqûqê hat temamkirin."

Serok Erdogan diyar kir ji kaseya dewlet û milet 5 qurişê dernekeve Tirkiyeyê bibe xwediyê berhemeke bi dahatên xwe tê fînansekirin û li dinyayê tê zanîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE