"Li gor me sonda herî girîng û bi tesîr a gelê me sirûda me ya îstiqlalê ye"

Serok Recep Tayyip Erdogan di komcivîna AK Partiyê de axivî...

"Li gor me sonda herî girîng û bi tesîr a gelê me sirûda me ya îstiqlalê ye"

Serok Recep Tayyip Erdogan di komcivîna AK Partiyê de axivî...

Ji axaftina Serok Erdogan

Kuştina Kaşikçî

"Li gor agahî û delîlên ku heta niha derketine meydanê Cemal Kaşikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin."

"Li Serkonsolosxaneyê ekîbeke din jî li Daristana Belgradê û Yalovayê xebatên keşfê dikin."

"Îhtimaleke mezin wê Peymana Viyanayê jî bê gotûbêjkirin."

 "Li gor agahî û delîlên ku heta niha derketine meydanê Cemal Kaşikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin."

 "Heke gotina ku cesed dane tevkarê xwecî rast be, ev tevkarê xwecî kî ye? Tu mecbûr î ku tevkarê xwecî eşkere bikî."

 "Revebiriya Erebistana Siûdî bi qebûlkirina qetlê gaveke girîng avêtiye. Em ji wan hêvî dikin ku ji niha pê da meseleyê vekolin û bi hesasî hemû berpirsyarên bûyerê derxin holê û li ber hiqûqê bên darizandin."

 "Ji bo welatê me rûreş nîşan bidin, wek gunehkar nîşan bidin, hedefê şaş bikin di medyayê da kampanya hat meşandin. Em baş dizanin ku kampanyayeke wiha bi destê kê û çima tê meşandin. Hewla sûîqesta li dijî îtibara dewleta me, me ji hewla lêgerîna rastiyê paş da nagre û ew ê negre jî."

 "Meriv heke mijareke wiha bavêje stûyê çend mensûbên ewlehî û îstixbaratê, ev ne me û ne jî civata navneteweyî tetmîn dike."

 "Ez dixwazim ku 18 kes li Stenbolê werin darizandin."

 "Cemal Kaşikçî ji xeynî welatîbûna Erebistana Siûdî li dinyayê rojnamevanekî navdar bû û ev jî berpirsiyariyeke mezin dide civaka navneteweyî. Tirkiye ji xeynî mafên xwe yên desthilatdariyê li ser navê civaka navneteweyî jî wek nûnerê wijdana hevbeş ya mirovahiyê wê vê meseleyê bişopîne."

 "Li gor vê cinayeta siyasî, heke hebin, şirîkên sûc ên li welatên din jî divê tevî lêpirsînê bikin."

 "Wijdana mirovahiyê wexta yên fermanê didin û yên fermanê bi cî tînin bên darizandin wê rehet bibe."

 "Ya herî girîng ew e ku lêpirsîneke wiha krîtîk bi destê heyeteke bê alî û adil a şika têkildarbûnê li ser tune were meşandin. Madem ev cîneyeteke siyasî ye, heke hebe, dibê hevkarên sûc ên li welatên din jî tevlî vê lêpirsînê bikin."

 "Dibe ku ev cinayet di avahiya konsolosxaneya ku axa Erebistana Siûdî tê hesibandin da hatibe kirin, lê bira neyê jibîrkirin ku ev der di nav sînorên Komara Tirkiyeyê da ye."

 "Wekî dewlet, me li dijî baronên hişbirê, bazirganên hişbirê, kesên wê dikişînin jî têkoşîn da û em ê têkoşînê bidomînin."

 "Gorî me Îtifaqa Cumhur di salên dawîn da serkeftina herî girîng ya welatê me ye û em dixwazin di pêşerojê da jî bimeşînin. Em karên ku zirarê didin rihê vê îtifaqê nakin. Îtifaqa Cumhur emanetê gelê me ye û em di ser nîqaşên siyaseta rojane da digirin."

Biryara Dadgeha Şêwrê ya ji bona sonda xwendekaran 

"Ev biryar nîşan dide ku hin nexweşiyên berê hê jî di nav me da hene."

 "Li gor me sonda herî girîng û bi tesîr a gelê me sirûda me ya îstiqlalê ye. Em xêncî Sirûda Îstiqlalê sondeke din nas nakin û nas nekin jî."

"Sond cara ewil bi destê Reşît Galîpê doxtorê tipê ku Ocaxên Tirk girtin, zanîngeh perîşan kirin, hatiye nivîsandin. Ev kesê piştgiriyê dide xebatên ku mirovan li gor qoqê serî tesnîf dike, di heman demê da mîmarê zilma azana Tirkî ye."

 "Em bihêlin bira Tirk bi Tirkbûna xwe, Kurd bi Kurdbûna xwe, Laz bi Lazbûna xwe, Roman bi Romanbûna xwe, Çerkez bi Çerkezbûna xwe û Abaza bi Abazabûna xwe bextewar be, lê em vê dernexin asta nijadperestiyê. Heger hûn wisa bikin ev dibe cudakarî."

"Di vî resmê em nîşan didin da ma ciyê wê heye metnekî hêvîdarê rejimeke yekreng her roj bi zarokên me bidin xwendin?"

 "Divê em firsendê nedin ku cudakariya me ya fikrî zirarê bide Îtifaqa Cumhur."

Sonda xwendekaran

"Piştgiriya ku didin kesên hewesa wan ew e ku welatê me vegerînin rewşa beriya Şerê Cîhanê yê 2yan tu carî bi welathezî û neteweheziyê nayê îzahkirin."

Daxuyaniya Bahçelî

"Dibêjin di hilbijartina herêmî da "Em di rêya xwe da ne" em ê jî bêjin "Her kes di rêya xwe da ye."

Civîna Çaralî ya Sûriyeyê 

"Hêviya min ew e di serî da Îdlib ji bona hizûr were Sûriyeyê ev civîn gaveke girîng be."

"Em ê amadehiyên xwe bînin astekê, ji bajarên mezin dest pê bikin namzedên xwe tesbît bikin û zûtirkê derkevin qadê."

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE