Li navenda Hekariyê û Yuksekovayê şiliyeke gur barî û lehî rabû, avê da ser hin xanî, tewle, gom, kadîn û morgan.
Barana ku ev hefteyek e car caran dibare duh berêvarê zêde barî. Ji ber vê li çemê ji Kirikdaxa gundê Hekariyê ra derbas dibe lehî rabû.
Lehiyê da ser tewle û kadîneke li nêzî çêm. Hin welatiyan ji bo tevdîrê heywanên ji tewleyên li nêzî çêm derxistin.
Ekîbên Îdareya Taybet a bajêr xebitîn ku rêya avê biguherînin.
- Yuksekova
Ji ber şiliyê li Kadikoy û Adakliya gundên Yuksekovayê jî lehî rabû.
Piştî lehiyê avê da ser hin mal, erazî û tewleyan, hin mal jî ji bo tevdîrê hatin texliyekirin.
Ekîbên Şeftiya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet a Bajêr li herdu gundan xebat dan destpêkirin.
Ji bo ku av nede ser xaniyan ekîban bi makîneyên kar va bend dan ber rexê çêm û rêya avê guherandin.AA