"Li hemberî tevgerên dijminane em tevdîrên xwe dibînin"

Wezîr Akar li Osakaya bajarê Japonyayê dema encama Civîna Serokên G20î dihat nirxandin bersiv da pirsên rojnamevanan

"Li hemberî tevgerên dijminane em tevdîrên xwe dibînin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê gefxwarinên berdevkê hêzên Hafter ên li dijîî Tirkiyeyê da wiha got: "Li herêmê ji bo aştî û îstiqrarê xebat wê dewam bikin, lê ji hêla din berdêla êrîş û tevgerên dijminane jî wê giran bin, bi awayekî tund û bitesîr li hemberî van wê bê tevgerîn. Divê bê zanîn li hemberî her cure gefxwarin û tevgerên dijminane em tevdîrên xwe dibînin."

Akar li Osakaya bajarê Japonyayê dema encama Civîna Serokên G20î dihat nirxandin bersiv da pirsên rojnamevanan.

Hêzên girêdayî Xelîfe Hafter li Trablusa bajarê Libyayê êrîşek kirin û kontrola bajarê Gîryanê ji destê wan çû. Berdevkê hêzên girêdayî Xelîfe Hafter Ehmed Buzeyd el-Mismarî hedefên Tirkan wek dijmin binav kir û li hemberî wan gef xwar.

Bi pirsekî ev tevgera Ehmed Buzeyd el-Mismarî ji Akar hat pirsîn, li ser vê Akar got ew girîngiyê didin yekîtiya axa Libyayê, desthilatiya wê, aramî û kêfxweşiya gelê Libyayê.

Wezîr Akar anî ziman ew hewl didin pirsgirêkên li Libyayê bên çareserkirin û ji bo vê piştgiriyê didin xebatên aştî, îstiqrar û yên li gor hiqûqa navneteweyî ne û wiha axivî: "Li herêmê ji bo aştî û îstiqrarê xebat wê dewam bikin, lê ji hêla din berdêla êrîş û tevgerên dijminane jî wê giran bin, bi awayekî tund û bitesîr li hemberî van wê bê tevgerîn. Divê bê zanîn li hemberî her cure gefxwarin û tevgerên dijminane em tevdîrên xwe dibînin."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE