''Li hember van tevger û helwestên Dendîas wezîrê me nîşanî wî da ku hedê xwe bizanibe''

''Li hember van tevger û helwestên Dendîas wezîrê me nîşanî wî da ku hedê xwe bizanibe''

Serok Erdogan: "Li hember van tevger û helwestên Dendîas wezîrê me yê karên derva nîşanî wî da ku hedê xwe bizanibe."

 "(Yewnanistan) Hê jî sermiftî tayîn dikin. Li gorî Lozanê heqê we tuneye hûn sermiftiyê li wir tayîn bikin. Em patrîkan tayîn nakin."

 "(Li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur nîqaşên li ser rayeya fêrkirina Qur'ana Pîroz) Mimkûn nîne ku em daxuyaniya Serokê Dadgeha Destûrê qebûl bikin."

 "(Li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur nîqaşên li ser rayeya fêrkirina Qur'ana Pîroz) Hişmendiya laîkiyê mîna ku fehm kirine nîne û Qibrîsa Bakur jî Fransa nîne."

 "(Li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur nîqaşên li ser rayeya fêrkirina Qur'ana Pîroz) Divê Serokê Dadgeha Destûrê demildest ji vê şaşiyê vegere. Heger wisa neke ji niha û pê va gavên ku em biavêjin û pêvajo jî dê cuda bin. Divê vê bizanibin."

"(Kanala Stenbolê) Em ê ji bona pireyeke ku di ser kanalê ra derbas dibe gava ewil di Hezîranê da biavêjin."

 "(Êrîşa esmanî ya li Xezeyê) Heger Îsraîl vê helwesta xwe bidomîne mimkûn nîne ku pêwendiyên me bên asta ku tên hêvîkirin."

"(Êrîşa esmanî ya dijî Xezeyê) Mixabin ev rasterast û bi eşkereyî nîşaneya helwesta Îsraîlê ya dijî Misilmanan e."

"(Kanala Stenbolê) Di destpêkê da 6 pire tên plankirin, dibe ku ev 7 be jî. Niha li ser projeyê ev gav hatine avêtin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE