"Li hemberî van tevgerên dijî mirovahiyê tu kes dengê xwe dernaxe"

Erdogan: "(Midaxaleya Yewnanistanê ya li hemberî penaberan) Li hemberî van tevgerên dijî mirovahiyê tu kes dengê xwe dernaxe."

"Li hemberî van tevgerên dijî mirovahiyê tu kes dengê xwe dernaxe"

Erdogan: "Em hewl didin ji îstihdam, perwerde û hîndekariyê bigre hemû meseleyên eqrebayên şehîdên me çareser bikin.

 "Civakeke jinê ne wek mirov, wek metayê dibîne, ji ber zayendê zilmê dike nikare bibe xwedî dahatûyeke ronî."

"Li Sûriyeyê nêzî milyonekî mirov mirin ku jê gelek jin û zarok bûn. Lê me nedît û nebihîst ku tu kes bi awayekî xurt balê dikşîne li ser vê mijarê."

 "Bi sed hezaran mirovan xwe spartin deriyên Ewropayê ku di nav wan da jin jî hene. Lê li hemberî wan têl hatin avakirin, eziyet hat kirin, heta wisa ku ew hatin kuştin û paşve hatin şandin. Min nebihîst ku tu kes vê rewşê şermezar dike."

 "Dinyaya ku wicdana wê nasir girtiye 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê pîroz dike ku ev durûtî ye."

"Me di hemû mewzuatên xwe da verastkirinên pir cidî yên ku mafên jinan diparêzin û cudakariyê ji holê radikin, kir."

"Rêjeya beşdarbûna jinê ya hêza kar ji sedî 27,9an derketiye ji sedî 34,9an. Di îstihdama giştî da jî ev rêje ji sedî 25,3an derketiye ji sedî 28,8an."

 "Înşallah bi jin û mêr emê hemû gelê xwe bigîhînin armanca me ya 'Tirkiyeya Mezin û Bihêz".

"(Penaber) Sibê li Belçîkayê bi rayedarên YEyê ra civîneke min heye. Hêvî dikim em bi encamên cudatir va vegerin."

"Tekane armanca me ew e ku em rewşeke biewle ava bikin ku 3,6 milyon Sûriyeyiyên li welatê me dijîn û milyon û nîvek Îdlibiyên xwe spartine sînorên vegerin malên xwe."

 "Her çareseriya ku canê gelê Îdlibê û ewlehiya Tirkiyeyê wê biparêze, ji bo me çêtir e û dikare bê qebûlkirin."

"Dema sozên ji bo cihên li çep û rastê herêma me hatin dayîn neyên girtin, em bi Herekata Mertalê Biharê va, li gor rêbazên xwe dikarin van deran paqij bikin, em vê heqê xwe diparêzin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE