Li herêmê 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê tê pîrozkirin

Li herêmê 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê tê pîrozkirin

Li Erzirom, Îdir, Tuncelî, Agirî, Qers û Erzinganê 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê bi çalakiyên curbicur hat pîrozkirin.

Li Erziromê nûner û endamên sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Maf û Karkeran (HAK-ÎŞ) li Meydana Bajêr a Havuzbaşiyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Serokê HAK-ÎŞê yê Şaxa Erziromê Şahin Girmenç ji rojnamegeran ra diyar kir, ji bo bi awayê herî bihêz va rengvedana ruhê 1ê Gulanê, ew li her derî ne.

Girmenç bal kişand, ji bo rêlêgirtina her cure tundî, mobîng û tacîza dijî xebatkaran divê li kargehan helwesta "sifir tolerans" serwer be.

- Îdir

Li Îdirê endamên HAK-ÎŞê li Bulwara Zubeyde Hanimê kom bûn, di çarçoveya 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê da daxuyaniya çapemeniyê da.

Nûnerê HAK-ÎŞê yê Parêzgehê Îsmet Tutulmaz di daxuyaniya li ser navê komê da diyar kir, wekî HAK-ÎŞ ew li 81 parêzgehan ji bo ked, aştî, azadî, edale, dewlemendî û demokrasiyê ew dikin qêrîn.

- Tuncelî

Li Tunceliyê jî 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê bi govendan hat pîrozkirin.

Welatiyên li Kuçeya Hunerê hatin cem hev, kortej çêkirin û ber bi Meydana Seyîd Riza Meşiyan.

Welatiyên di bin kontrola polêsan da derbasî qadê bûn, li ber muzîkê govend gerandin.

- Agirî

Li Agiriyê di çarçoveya 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê da li Baxçeyê Gel ji hêla HAK-ÎŞê bername hat lidarxistin.

Serokê Şaxa HAK-ÎŞê Ahmet Varrol li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend û got ku ew dixwazin di îstixdamê da bêtir pêşanî ji bo jin, ciwan û astengdaran ra were dayîn.

- Qers

Li Qersê jî 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê bi çendîn çalakiyan hat pîrozkirin.

Di çalakiya ku ji hêla Komîteya Tertîba 1ê Gulanê hat lidarxistin da partiyên siyasî û sendîka li ber Şaxa Egitim-Sena Qersê hatin cem hev û heya ber Gara Trênê ya Qersê meşiyan.

Endamên partî û sendîkayan yên li qada mitîngê hatin cem hev, govend gerandin û 1ê Gulanê pîroz kirin.

- Erzingan

Li Erzinganê jî nûnerên sendîka, komele û hin partiyên siyasî yên beşdarî pîrozbahiyan bûn, li qada otogara berê hatin cem hev.

Yên di komê da ku di dest wan da dowîzên curbecur û alaya Tirk hebû, durişm berz kirin û meşiyan Meydana Komarê.

Piştî kontrola polêsan yên di komê da derbasî qadê bûn.

Piştî temambûna axaftinan, çalakiyê bi govendgerandinê va dewam kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE