Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li herêma Operasyona Pençe-Kîlîtê Çawişê Pispor ê Piyade Burak Keçe şehîd ket.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Keçeyê mozê pê veda ji ber "krîza alerjiyê ya akut" demildest sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Hat diyarkirin li hemberî hemû hewldanan Keçe şehîd ket û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da mir bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be û Xwedî sebrê bide."
AA